Di nava jiyana ypg û ypj de li gel amedekariyên eniyên şer,

şervanên ypg û ypj jiyana xwe rengîn dikin. Li eyaleta girkêlegê şervanên tabura ş. Dilovan lîstoka birê lîstin ku ev lîstok weke parçeyek ji perwerdeya wan bû.


Endamê ypg hejar elî ev lîstok ragihand û weke çandeke kurdî û aktîvîteke sosyal û perwerdeyeke fizîkî û taktîk û şer dest nîşan kir. Li gel erkê parastinê di eniyê de gelek car wext ji vê lîstokê re tê dayîn. Endamê ypg hejar di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku divê lîstokên di çanda kurdan têne dîtin neyên ji bîr kirin. Herweha bang li ciwanan kir ku cihê xwe di nava refên ypg de bigirin û ji bo zindî kirina çanda xwe hewldanên xwe bikin.

 

Navenda Ragihandina YPG – Girkê Legê –
19 Sibat 2015

Kurte jiyana Ş.Rêwan Zagros -Keder Xelef-

Daxuyanî

Fermandara YPJ Şehîd Sitêrk Hekarî

ypgrojava.com