Berxwêdana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirine terorîstên DAIŞ'ê tênmeşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ket roja xwe ya 156'an.

Pengava Azadkirina Kobanê ya şervanên me bi hemû leza xwe berdewam dike.
Hêzên me li bejahiya Kobanê bi lezî pêşdediçin û operasyonên xwe yên li hember gund û noqteyên stratejîk a ku di bin dagirkeriya rexistine terorî ya DAIŞ'ê de jî didominîn. Şeve din hêzên me li rojavaye Kobanê, li hember 6 gundên di bin dagirkerî de ye operasyonek lidarxistin. Gundên Bîreloz, Sêv Elî, Derbenov, Derbazina Mezin, Derbazina Navîn û Derbazina Horan demekî kin de ji terorîstan hatiye rizgarkirin. Bi vê awayî hêzên me li rojavaye Kobanê xwe gihandin çeperên xwe yên peşiya hewldana dagirkeriye.
Li başûre Kobanê jî pêşveçûna hêzên me didome. Şervanên me şeve din li hember hin gund û noqteyên stratejîk operasyonek hemwext lidarxistin. Di encama operasyone de gundên Bîrabekê, Nûralî, Aslankê, Şaxirkî, Girêk, Şaxê û Qil Eydê, Girê Sîdar û Girê Sêvê, dîsa rêbenda Dîcle ji terorîstan hatiye azadkirin. Pevçunên dijwar di vê qadê de hatiye jiyîn û encam de 12 terorîst hatine kuştin.
Hêzên me li rojhilate Kobanê li hember gundên Eydanê û Mendik jî operasyonek lidarxistin. Di qadê de pevçunên dem kurt hatiye jiyankirin û encam de li gor tespîta hêzên me 2 terorîst hatine kuştin. Hêzên me li vir dest danîn li ser trimbilek leşkerî, 5 kleş, 15 şerjora kleş û 1.000 fîşeka kleşan, 3 BKC, 1 roketavêja B7, 7 bombeya destan, 2 debence, 3 raxt, 1 bêtel û 1 kamera.
Operasyonên 24 seatê dawî de 7 rêhevale me yên ku bi biryardarî û vinêk mezin şerdikirin gihiştin şehadetê û 8 rêhevale me jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandina YPG
18 Sibat 2015

Kurte jiyana Ş.Rêwan Zagros -Keder Xelef-

Daxuyanî

Fermandara YPJ Şehîd Sitêrk Hekarî

ypgrojava.com