Operasyonên şervanên me di çarçoveya Hamleya Azadkirina Kobanê de her diçe bihêztir dibe û berxwedana li hember hewldanên dagirker yên terorîstên DAIŞ’ê  di roja 155. de berdewam dike.

 

Hêzên me doh di saatê êvarê de, li Rojavayê Kobanê di encama operasyoneke berfireh de Gundê Mişko,Gundê Hacî Îsmaîl, Gundê Ehmedê Hiso, Gundê Ebika, Gundê El Ebika, Gundê Sil Ebika ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirine. Di demê peşveçûnê de hêzên me 13 dafikên kû çeteyan bicîh kiribûn bêbandor kirine. Di berdewamiya pevçûnên dijwar de 20 çete hatine kuştin û çeteyan 3 termên xwe li dûv xwe hiştine. Hêzên me di vê operasyona serkefetî de 3 çekên kaleşnîkof, 3 rext  û 12 şarjorê çeka kaleşnîkof yê aîdî çeteyan desteser kirine.

Di heman saetan de şervanên me operasyonên xwe li Başûrê Kobanê jî berdewam kirine. Di vê enîyê de jî di encama pevçûnên dijwar de Gundê Saka, Gundê Şêxalê û Gundê Berbenok a Mezin ji bin dagirkerîya DAIŞ’ê hatine derxistin. Şervanên me li vê enîyê operasyonên xwe didomînîn û di navbera Gundê Toramanê û Gundê Cidê de, di encama çalakiyeke sabotajê de wesaîteke çeteyan hatiye rûxandin. Lê hejmara kuştî û brîndarên çeteyan nehatiye zelal kirin. Hêzên di vê operasyonê de, 4 dûrbînên roj, 1 dûrbîna şev û 2.000 fîşekên klêşê desteser kirine.

Şevê din hêzên me li Rojhilatê Kobanê, li hember hêzên dagirker yên DAIŞ’ê kû xwe li Gundê Bexdekê, Gundê Xan Memet, Gundê Tolikê, Gundê Gultep û li ser Rêya Rudko bicîh kiribûn operasyon kirine. Di encama operasyonê de hemû cihên hedef hatine girtin ji çeteyên DAIŞ’ê hatine paqij kirin. 2 çete hatine kuştin û termên wan ketine destê hêzên me. Hêzên me di dema pêşketina operasyonê de 20 dafikên kû çeteyan Mayînên bicîh kiribun îmha kirine. Di vê operasyonê de şervanên me dest danîne ser 5 çekên BKC, 12 zîncîrên çeka BKC, 4.000 fîşekên çeka BKC, 4 çekên kaleşnîkof û 800 fîşekên çeka kaleşnîkof .

2- Çalakîyên şervanên me kû di rojên dawî de li derdora bajarê Haseke tên kirin, şevê din jî berdewam kirin. Hêzên me di encama dû çalakîyên cûda de, li  Gundê Mitefeîna û Gundê Sêda 5 çete kuştine û 2 çete jî brîndar kirine.

Navenda Ragihandina YPG

17 Sibata 2015

Kurte jiyana Ş.Rêwan Zagros -Keder Xelef-

Daxuyanî

Fermandara YPJ Şehîd Sitêrk Hekarî

ypgrojava.com