Berxwêdana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirine terorîstên DAIŞ'ê tênmeşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ket roja xwe ya 158'an.

 

Şervanên me di çerçoveya Pengava Azadkirina Kobanê de hejmarek zêde gund û noqteyên stratejîk ji çeteyan azadkirin. Terorîstan hin cihan de bi hêzên me ve bikevin nava pevçunan de jî ji zedetirî cihan beî ku şer bikin direvin.

Roja derbasbuyî şervanên me li rojavayê Kobanê girê Zaxros, gundên Berkel û Getaş û eraziya derdore van, li başûre Kobanê gundên Xêrûs, Hemdînê Rojava ve Hemdînê Rojhilat, Seyîd Keta, Xirab Bergîr, Dafîyê, Zagros, Xatûnîyê, Kofîn, Xidir Şetê, Nasirköyü, li başûrrojhilatê Kobanê gundên Şam û Piling, li rojhilatê Kobanê jî gundê Hurk û fabrîkayê çîmento derdora vî ji terorîstan paqijkirin.

Operasyonên hêzên me ya di çerçoveya Pengava Azadkirina Kobanê de lidardixin ji şeve din ve bênavber berdewam dike. Operasyonên li rojavaye Kobanhe de gundê Dadalî û rêbenda Cibil Ferac a stratejîk ji terorîstan hatiye rizgarkirin. Li vir 1 terorîst bi mirî ket destê hêzên me.

Operasyona li başûrê Kobanê de jî gundhen Aşmê û Zerik ji bin dagirkeriya terorîstan hatiye rizgarkirin. Di vê qadê de 2 kuştiye terorîstan hatiye zelalkirin. Bi girtina gundê Zerik ve hêzên me mile başûr jî gihiştin çeperên xwe yên beriya hewldana dagirkirina terorîstên DAIŞ'ê.

Pêşveçûna hêzên me a li başûrrojhilatê Kobanê jî berdewam dike. Operasyone ku girê Xwedê hedef digirt de pevçunên dijwar hat jiyankirin. Piştî van pevçunan gir bi temamî ket destê hêzên me de. Hêzên me bi awayekî hemwext êrîş birin li ser gundê Kûrek jî. Terorîstan teqemeniyên ku bere li malên gund cih kiribûn ji bo asteng kirine hêzên me hat teqandin. Di encama teqandinên dijwar de çi windahiye hêzên me çenebûye lê ziyanek mezin li malên gundiyan çebuye. Operasyona di vê eniye de 12 terorîst bi mirî ketiye destê hêzên me de. Dîsa hêzên me dest danîn li ser 3 kleş, 1 B7 roketavêj û dûrbînek termal.

Navenda Ragihandina YPG

20 Sibat 2015

Kurte jiyana Ş.Rêwan Zagros -Keder Xelef-

Daxuyanî

Fermandara YPJ Şehîd Sitêrk Hekarî

ypgrojava.com