Berxwêdana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirine terorîstên DAIŞ'ê tênmeşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ket roja xwe ya 154'an.

Operasyonên şervanên me ya di çerçoveya Pengava Azadkirina Kobanê de lidardixin berdewam dike.

Hêzên me doh di seatên êvarê de bi armanca azadkirina gundê Xweydanê li rojhilatê Kobanê operasyonek lidarxistin. Hêzên me piştî pevçunên dijwar gund ji dagirkeriya terorîstan xilas kirin û derbên giran li terorîstan xistin. Di operasyone de 11 terorîst hat kuştin. Hêzên me tevî 5 termên terorîstan dest danîn li ser 6 kleş, 23 şerjor û 1.000 fîşeka kleşan, 1 roketavêja B7, 2 Bruno, 1.000 fîşeka BKC û 2 bêtel.

Şeve din li hember gundê Cibnê ya li rojavaye Kobanê operasyonek hatiye lidarxistin. Gundê ku bin dagirkeriya terorîstên DAIŞ'ê bû di demekî kin de hatiye azadkirin. Operasyone de kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Hêzên me di navbera gundê Cibnê û Beyadê de dest danîn li ser 1 treks, 1 loder û 1 bager.

Şervanên me şeve din li hember komên terorîstên ku li qada Girê Sêvê xwe bi cihkiribûn operasyonek lidarxistin. Operasyone de pevçunên dijwar hatiye jiyankirin û 13 terorîst hatiye kuştin. Hêzên me terorîstek tevî çek û cebilxane wî bi saxî girtin.

Nasnama yê çete wıha ye :

Navê rast : Abıd elxafor Hacî Salıh

Mavê tevgerî : Ebo Ebıdo

Navê dayık : Henê

Navê bav : Xalıd

Temen : 14 salî

Jı gundê : Meyaser gırêdayî Helebê

Operasyona 24 seatên dawî de rêhevalekî me bi lehengî şer kir û gihişt şehadete û rêhevalekî me jî birîndar bû.

2. Di şeve 14'ê Sibatê de li hember komên terorîst a li Mezraa Ebu Rifat a li qada Xerîta ya giredayî Haseke êrîşek lidarxistin. Hêzên me bi aweyekî lêz li çeperên terorîstan xistin. Li vir 8 terorîst hat kuştin.

Şeve din şervanên me li hember komekî çeteyan a li nizikî gundê Tiwêna ya giredayî Haseke êrîşek lidarxistin. Êrîşê de trimbilek leşkerî hat ruxandin. Hêzên me terorîstên dixwastin werin qade jî bi awayekî bandor xistin. Di encama êrîş de 5 terorîst hat kuştin, 1 terorîst jî hat birîndar kirin.

Şevê dın hêzên me lı Gundê Mitefenîa yê girêdayî Hesekê çalakıyek pêkanîn .di encamê de 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî bırîndar bûn .

 

Navenda Ragihandina YPG

16 Sibat 2015

Kurte jiyana Ş.Rêwan Zagros -Keder Xelef-

Daxuyanî

Fermandara YPJ Şehîd Sitêrk Hekarî

ypgrojava.com