Berxwêdana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirine terorîstên DAIŞ'ê tênmeşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ket roja xwe ya 161'an.

 

Operasyonên di çerçoveya Pengava Azadkirina Kobanê da hejmarek zêde terorîst hatine kuştin.

Operasyonên li başûre Kobanê zêde dibe de pevçunên dijwar hat jiyankirin. Hêzên me pevçunên li gundê Girêk û Cedê de derbên giran li çeteyan xistin. Hêzên me gundê Cedê bi temamî ji terorîstan rizgarkirin û kismek gundê Girêk jî ji çeteyan paqijkirin. Li Mefreqa Qil Haydê ya heman herême jî ji terorîstan hat paqijkirin.

Pevçunên ku qadên navê van derbasdibe de 32 kuştiye terorîstan hatine tespîtkirin. Hêzên me li vê herême doçkekî 12,5 mm jî xistin destê xwe.

Hêzên me li hember komên terorîstên ku gundê Degîrmen a li başûrrojavaye Kobanê di ben dagirkeriye xwe de digirtin êrîşek lidarxistin. Di encama vê êrîşe de trimbilek hat ruxandin û 4 terorîst jî hat kuştin. Hêzên me li vir dest danîn li ser 2 doçkayê 12,5 mm, 8 gulleyên hawana 82 mm û 7 mayin.

Di nava operasyon û pevçunên 24 seatê dawî de 5 rêhevale me bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadete.

Navenda Ragihandina YPG

23 Sibat 2015

Kurte jiyana Ş.Rêwan Zagros -Keder Xelef-

Daxuyanî

Fermandara YPJ Şehîd Sitêrk Hekarî

ypgrojava.com